Welatê Fînlanda ji aliyê jinan ve tê bi rêvebirin

Finlanda ya ku wekî welatê her kêfxweş ê cîhanê tê binavkirin, ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Ev welat di dema vîrûsa koronayê de gelek zerar nedît, Ji ber yê ku welat bi rêve dibir jin bû û zû tedbirên pêwist girt.

Dema ku jin li cihekê be, jiyan di wî cihî de heye.

Çawa ku jin dewletekê bi rêvebibe, helbet wê ew dewlet ji xweşiktirîn dewletan be.

Em behsa bajarê Fînlanda dikin. Ev bajar ji aliyê jinan ve tê bi rêvebirin.

Mînakên wan jî ev in.

Sana Mardîn

Sana siyasetmedarek Fînlandî, Serokwezîrê Fînlandî û endamê Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandayê ye.

8’ê Çileya 2019’an de Sana ji hêla Partiya Sosyal Demokrat a Fînlandayê ve wekî namzetê postê Serokwezîrê nû hate hilbijartin.

Sana niha hem serokwezîra herî ciwan a cîhanê ye, hem jî serokwezîra herî ciwan a dîroka Fînlandayê ye.

Lî Endrson

Lî Endrso di hukumeta berê ya Fînlandayê de wezîra perwerdehiyê girt û tevî ku temenê wê ciwan bû jî tevlî jiyana siyasî bû.

Lî bû seroka koalîsyona çep-çep û endama Parlamentoyê ya Fînlandayê.

Marî Karolîna Aohîsalo

Marî serokatiya hikûmeta berê ya Wezareta Navxwe di Fînlandayê kir.

Di hilbijartinên parlamentoya îsal de Marî ciheke di parlamentoyê de bi dest xist.

Ew ji zarokatiya xwe ve fûtbolê dilîze û di vê demê de jî beşdarî gelek tornovayên bîskîlêtê bû.

Kartî Kolomnî

Kartî di hikûmeta berê de, serokatiya Partiya Navendê û Wezîra Karûbarên Aborî kir.

Ew ji gundan bû û di nava malbateke ku bi çandina çandiniyê dihate naskirin mezin bû.

Kartî di 18 saliya xwe de beşdarî Partiya Wasat bû û gelek çalakiyên wê yên civakî jî hene.

Anna Maca Hinrîskon

Anna ji sala 2011’an ve Wezîra Dadê ye û 55 salî ye, her wiha parêzera bank e û di nava siyasetê de jî dîrokeke wê ya dirêjî heye.

Anna xebata xwe wekî parêzera benkê li rex rola wê ya di siyasetê de dewam dike.

Back to top button