Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Rêber Apo re hevdîtin were kirin

Xizmên girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de ji bo bidawî kirina tecrîda li ser Rêber Apo îro careke din li pêşiya girtîgehan çalakî lidarxistin.
Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de çalakgeran careke din bang li rayedarên Tirkiyê kirin ku tecrîdê bidawî bikin û gotin: “Ji bo aştiyeke mayînde divê bi Rêber Apo re hevdîtin were kirin.”

Îro careke din li pêşiya girtîgehan banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo hate kirin.

Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ ku li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan tê dar xistin de, careke din bi heman biryardariyê kom bûn.

Gelek xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civakî li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Êlihê çalakî li dar xistin.

Beşdaran pêşmalkên ‘Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ li xwe kirin.

Polîsan bi hinceta biryara “qedexeya çalakiyan’ a walîtiya Êlihê xwestin çalakiyê asteng bikin.

Lê girseyê guh neda astengiya polîsan û li pêşiya girtîgehê daxuyanî dan.

Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu di çalakiyê de axivî û got:

“Li welatekî edalet lê heye emniyet bi tirs û xofê li pêşberî gel nasekine. Tecrîdê rakin. Tu sûda şer ji bo kesekî nîne.”

Girseyê piştre çalakiya rûniştinê li dar xist.

“Ji bo aştiyeke mayînde divê bi Rêber Apo re hevdîtin were kirin”

Li Îzmîrê jî çalakî ji aliyê xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ya Egeyê (EGE TUHAYDER) ve li pêşiya Girtîgeha Kiriklar hate lidarxistin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kurşun di çalakiyê de diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo çalakiyê li dar dixin û ev tişt anî ziman:

“Em ji bo cîbicîkirina aştiyê û pergaleke demokratîk li vir in.

Ji bo pirsgirêkên vî welatî bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin, divê birêz Abdullah Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike.

Tecrîd, rêbazekî îşkenceyê ye û nayê qebûlkirin.”

Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi tililiyan bi dawî bû.

Back to top button