Rûsipiyê eşîra El-Milhim: Em ji hemû êrişan re amade ne

Rûspiyê eşîra El Milhim Mîzer El Giûd diyar kir ku hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê sûriyê amadene ku li ber axa xwe berevaniyê bikin.

Rûspiyê eşîra El Milhim a ereb li Şedadê Mîzer El Giûd, pesnê têkiliyên xurt ên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

El Giûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker birêka fitne, fesad sîxûr û çetayan dixwaze hevgirtina gelên li heremê têk bibe.

El Giûd diyarkir kê ev polîtîkaya wê encam negre û got:

“Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo rizgarkirina xaka xwe ji koletî û terorê, zêdetirî 12 hezar şehîd dane.

Lihevkirineke mezin di navbera pêkhateyên herêmê de heye.

Îsbata vê jî di nav Hêzên Sûriya Demokratîk de ku ji Ereb, Kurd, Çerkes, Suryan, Keldanî pêk tê, tê dîtin.”

Di dawiyê de El Giûd teqezkir ku ewê li dijî her êrişan amadene axa xwe biparêzin.

Back to top button