“Nedesteka Swêd ji Kurdan re cihê rexnê ye”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd da zanîn ku nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi hikumeta Şamê re nîşaneya îflasbûn û lawaziya wê ye û her wiha bi armanca rê li pêş çi çare yan jî guhartineke siyasî û diyaloga sûrî-sûrî bigire ku serkeftinên Rêveberiya Xweser bi bin bixe û ew tecrûbe li xakên Sûriyê belav nebe.

Di komxebata MSD`ê Hevserokê Dîareya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bi rêya online beşdar bû..

Çiya Kurd pêşdeçûnên dawî yên li herêmê bi giştî û nêzîkbûna di navbera dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê de nirxand..

Çiya Kurd siyasetên hikumeta Swêdayê yên li ser nedesteka wê ji Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rexne kir û got:

“Ew tişt diyar dibe ku hikumeta Swêdayê ji zextên dewleta Tirk a dagirker razî ye.

Guhartina helwesta Swêdayê nîşaneya guhartina wê li hember têkoşîn û şerê li dijî terorê ye.”

Çiya Kurd teqez kir ku nêzîkbûna dagirkeriya Tirk bi hikumeta Şamê re nîşaneya îflas û lawaziya wê ye û wiha pê de çû:

“Du armancên vê nêzîkbûnê hene.

Ya yekemîn; rê li pêş çi çareserî yan jî guhartineke siyasî yan jî diyaloga sûrî-sûrî bigirin..

Ya duyemîn jî serkeftinên Rêveberiya Xweser têk bibin ..

“Ev lihevkirin koployeke nû ya li dijî vîna gelê Sûriyê ye”

Çiya Kurd destnîşan kir ku jinûve têkiliyên bi hikumeta Şamê re ne ji berjewendiya gelê Sûriyê de ye..

Ew komployeke nû li dijî vîn û gelê Sûriyê ye.

Hikumeta Şamê û gelê Sûriyê divê ji planên dewleta Tirk hişyar bin ..

Lihevkirina destekê nade îstîqrarê û çareyên pêşerojê ji krîza Sûriyê re nabîne.”

Çiya Kurd dawiyê tekez kir ku hemû partî û hêzên neteweyî divê li hember planên dewleta Tirk hişyar bin.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû

Back to top button