Çalakî di roja 8’an de ne: Dest ji qeyûman berdin

Xelkê Bakurê Kurdistanê di parastina vîna xwe de bi israrin.
Çalakiyên piştî tayînkirina qeyûman li Şaredariya Colemêrgê hatîn despêkirin ket roja 8’an.Çalekgeran careke din banga betalkirina qeyûman dan.

Ji 4’ê Hezîranê ve xelkê bakurê Kurdistanê ji bo parastina vîna xwe, li şaredariyên xwe, xwedî derdikevin.

Şevê din heta saetên derengî, careke din li dehan navçe û bajaran gel li ber şaredariyan di çalakiya nobetê de bûn.

Parêzerên Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD’ê serdana nobeda li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn.
Kesên li herêmê ji nêzve tên naskirin jî di çalakiyê de piştevaniya xwe nîşan dan.

Çalakiya nobedê li ber Şaredariya Sûr, Peyas, Bajarê Nû, Bismil, Çinar, Hênê, Pîran, Pasûr, Licê, Karaz, Farqîn û Erxeniyê jî hat lidarxistin.

Xelkê Sêrtê jî di roja 7’an a çalakiyê de, biryara xwe ya parastina vîna xwe nîşan dan.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê li navçeya Îskenderûn a Hatayê daxuyanî da.

Gelek parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de, bang li deshilatê hate kirin û wiha hate gotin:

“Ji bo cîbicîkirina demokrasî û aştiyê êdî wextekî ku em winda bikin tune ye.”

Çalakiya nobedê ya bi pêşengiya DEM Partiyê ya Edeneyê jî bi biryardariyek xurt pêk tê.

Çalakî tevî astengiyên polîsan jî dewam kir.

Li Mersînê jî li ber şaredariya Akdenîz çalakî hebû.

Ev der jî paytexta Tirkiye Enqere ye.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê, daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Li Beyoglûya Stenbolê jî di roja 3. a çalakiyê de, polîtîkayên qeyûman hate şermezarkirin û berxwedana li Colemêrgê hat silavkirin.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’ê Hezîranê de hat binçavkirin, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin û piştre di dozê de 19 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hat birîn.

Piştî vê, çalakiyên li dijî qeyûman li bajarên Bakurê kurdistan û Tirkiyê belav bûn.

Back to top button