Bi êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê re, tevgera çeteyên DAIŞ jî zêde bûye.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Nûrî El Xelîl jî îşaret bi vê yekê dike û dibêje,Tevgera çeteyên DAIŞ’ê bi êrişên dewleta Tirk ve girêdayî ne.
Çeteyên DAIŞ bi pêla her êrişeke nû ya dewleta Tirkiyê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şaneyên xwe yê veşartî dixe tevgerê.
Bi taybet jî li herêmên Dêra Zor û Reqayê.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Nûrî El Xelîl jî li ser mijarê ji ajansa ANHA’yê re axivî.
Nûrî El Xelîl diyar kir ku zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ’ê û komên girêdayî hêzên hikumeta Şamê bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ve girêdayî ne û got:
“Çeteyên DAIŞ û çekdarên rejîmê her timî hewl didin sûdê ji tevliheviyên ewlehî û leşkerî yên li Dêra Zorê bigirin da ku xwe jinûve bi rêxistin bikin û êrişî herêmê me bikin.
Tevliheviyên vê dawiyê çekdarên girêdayî rejîmê û kesên bi navê hêzên eşîran li xwe dikin, mînaka vê yekê ne.”
Ji despêka Hezîranê ve, di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Dêra Zorê de, 4 şervanên QSD’ê şehîd û 8 jî birîndar bûn.
Her wiha 4’ê Hezîranê jî dema çeteyan mayîn li ser rêya Hesekê-Reqa bicih dikirin jî bi wan de teqiya.
El Xelîl îşaret bi van bûyeran jî kir û ev tişt anî ziman:
Diyar e DAIŞ’ê bi dijwarbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dikarin vegerin.
Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê têkoşîna hevbeş a QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê asteng dike.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Nûrî El Xelîl anî ziman ku operasyonên wan ên li dijî DAIŞ’ê dewamin û bi bîr xist ku 4’ê Nîsanê serçeteyên xeternak jî di nav de şaneyeke DAIŞ’ê li kantona Dêra Zorê girtin.