Rêveberiya deriyê Sêmalka bi boneya Cejna Qurbanê rojên betlaneyê diyar kirin.
Li gorî wê roja yêkşema pêşiya me heta roja pêncşema din derî girtiye.
Rêveberiya deriyê Sêmalka rojên betlaneya cejnê diyar kirin
Rêveberiya deriyê Sêmalka rojên betlaneya cejnê diyar kirin
Rêveberiya deriyê Sêmalka li ser rûpela xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir.
Rêveberiyê destpêkê Cejna Qurbanê li tevahî cîhana îslamî pîroz kir.
Di dewam daxuyaniyê de Rêveberiyê îşaret bi rojên betlaneya cejnê kir û got:
“Ji roja yekşemê (16-6-2024) ve dest pê dike û roja pêncşemê (20-6-2024) ji nû ve dest bi çûn û hatinê dike.”
Rêveberiyê anî ziman ku roja şemiyê anku 15’ê Hezîranê dê xebata li beşa têkiliyên derbasbûna rêwiyan dewam bike.