PDK hewl dide kursiyên kotayan yên Silêmaniyê betal bike

Biryare ku di dema pêş de li Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlementoyê were lidaxistin.
Li gorî agahiyan PDK’e ji bo hilbijartinê amadekariyê pilaneke qirêj dike.
Nûnerên çend aliyên Xiristiyan û Tirkmen ku endamên PDK’ê ne, li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî kirin du kursiyên kotayê yên Silêmaniyê neminin û sîstema hilbijartinê bibe yek herêma hilbijartinê.

Biryare ku di dema pêş de li Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlementoyê were lidaxistin.

Lê heta niha jî Serokê demborî yê Başûrê Kurdsitanê Nêçîrvan Barzanî dema lidarxistina hilbijartên diyar nekiriye.

Tevî ku heta niha dema hilbijartinê nediyar jî lê ji niha ve PDK’ê dest bi pilanên qirêj kiriye.

Li gorî agahiyan, nûnerên çend partiyên Xiristiyan û Tirkmen yên ser bi PDK’ê ve 7 gilî li Dadgeha Federal ya Iraqê li dijî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar kirin.

Nûnerên PDKê di giliya xwe de daxwaz dikin ku madeya 2 ya sîstema tomarkirina lîsteya namzetan neyê cîbicîkirin.

Her wiha di giliyan de daxwaz kirin ku Başûrê Kurdistanê ji bo kursiya kota yên Xiristiyan, Tirkmen û Ermenan bibe yek bazinê sîstema hilbijartinê.

PDK’e bi vê giryê dixwaze du kursiyên kotayê yên Silêmaniyê betal bike.

Ji ber vê Kesên ku gilî kirine dabeşkirina kursiyan bi awayek nedadparwer dibîne.

PDK hilbijartinek bi hîle dixwaze

Hêjayî gotinê ye yên ku gilî kirine, berê di nava PDK’ê de postên hizbî û hikûmî girtine û niha beşek ji wan postên hikûmetê ne.

Ev nîşan dide ku ew gilî ji aliyê PDK’ê ve tê piştevanîkirin û armanca wê ewe ku hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê zêdetir paşde bixe yan jî asteng bike.

Niha jî çav li rêye ku Dadgeha Federal di meha Tîrmehê de yekem rûniştina derbarê van giliyan de pêk bîne.

Back to top button