Komisyona Hilbijartinên Iraqê deriyê tomarkirina navan li partiyên siyasî vekir

Ji ber metirsiay PDK’ê ya ji windakirina kursiyên parlementoyê bi sala ye ku hilbijarên Başûrê Kurdistanê tên taloqkirin.
Ji ber wê heta niha jî, roja hilbijartinê nehatiye diyar kirin.
Komisyona Hilbijartinê carek din, bang li aliyên siyasî kir ku navê xwe tomar bikin.
Di vê navberê de, YNK’e jî dibêje ji bo hilbijartinê ew ê tu civînekî li gel PDK’ê çênekin.

Gelê Başûrê Kurdistanê bi sala ye li benda hilbijartina parlementoyê ye.

Lê ji ber metirsiya PDK’ê a ji windakirina kursiyên parlementoyê, hilbijartin her carê tê taloqkirin.

Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku deriyê tomarkirinê ji bo hizb û partiyên siyasî yên bixwazin tevlî hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê bibin, hatiye vekirin.

Komisyonê da zanîn ku aliyên siyasî dikarin ji 8 Hezîranê heta 13’ê Hezîranê navê lîste û hevpeymanên xwe qeyd bikin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê li benda Barzani ye, lê Barzanî bêdenge

Hêjayî gotinê ye ku 29’ê Gulanê Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê bi nivîsek fermî bang li serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê kir ku rojek ji bo hilbijartinê diyar bike.

Komisyonê ji bo serokatiya herêmê pêşniyar kiribû 5’ê Îlona 2024’an weke roja hilbijartinê diyar bike.

Lê heta niha jî Nêçîrvan Barzanî bersiva komisyonê nedaye.

Di demekî de ku PDK’ê li pey paşxistina hilbijartinê ye, YNK’e û partiyên din yên Başûrê Kurdistanê jî daxwaza dikin ku hilbijartin di zûtirîn dem de, were lidarxistin.

YNK: Em ji pêkanîna hilbijartinên parlementoyê re amade ne

Cîgirê Serokwezîrê demborî yê Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî, li Silêmaniyê di dema vekirina projeyekî de têkîdarî vê yekê ji çapemeniyê re axivî.

Talebanî li ser pirsa rojnamevanan a li ser hilbijartinên parlementoya axivî û wiha got:

“Wek YNK’ê em ji hilbijartinên parlementoyê re amade ne û di vê çarçoveyê de hemû amadekariyên me temam bûn e.

YNK: Em ji bo hilbijartinê li gel PDK’ê nacivin

Qubad Taleban îeşkere kir ku ew qet pêwîst nabînin ku li ser mijara hilbijartinê li gel PDK’ê bicivin û got:

“Tevlîbûn yan jî ne-tevlîbûna PDK’ê ya ji bo hilbijartinê ji me re negirînge, ew mijareke girêdayî PDK’ê ye.

Amadekariyên ji bo Hilbijartina Parlamentoya herêmê temam bûne

Back to top button