Ji ber şertên jiyanê, ev çendîn salin bi hezaran welatiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînor karê kolberiyê dikin.
Lê ev kolber dîse jî xilas nabin, rojane rastî êrişên leşkerên Îranê tên.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di nava 5 mehên borî de 30 kolber hatine kuştin û 181 kolber jî birîndar bûne.
Ev çendîn salin bi hezaran welatiyên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorên çêkirî yên Başûr û Bakurê Kurdistanê karê kolberiyê dikin.
Ew kolber barên giran datînin pişta xwe û li beramberî dahatek kêm çiyan derbas dikin.
Her cara ku gundî derbasî Başûr û Bakurê Kurdistanê dibin, rastî êrişa leşkerên Îranê tên.
Her sal bi dehan kolber ji ber gulebarana rasterast ya hêzên rejîma Îranê, şimitîna axê, teqîna mayînan, barîna berfê, lehiyê û sermayê jiyana xwe ji dest didin.
Di nava 5 mehên îsal de 30 Kolber hatine kuştin
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, di 5 mehên destpêkê yên îsal de 30 kolber hatine kuştin û 181 kolber jî birîndar bûne.
Lê par heta meha Hezîranê 18 kolber hatibûn kuştin û ev yek jî nîşan dide ku îsal rêjeya kuştina kolberan du qat zêde bûye.
Îsal tenê di 70 rojî de, 17 kolber hatin kuştin.
Li Rojhilatê Kurdistanê rêjeya bêkariyê sedî 50. Ye
Li gor daneyên fermî rêjeya bêkariyê li Îranê nêzîkî ji sedî 25 û li Rojhilatê Kurdistanê jî zêdetirî ji sedî 35’e.
Lê li gor daneyên nefermî yên rêkxistinên mafên mirovan rêjeya bêkariyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ji ya li Îranê gelek zêdetire û digihe ji sedî 50.
Tevî wê, rayedarên dewleta Îranê hertim di nava hewildana veşartina van daneyan de ne.
Li gorî hin daneyên nefermî, zêdetirî 400 hezar kes li deverên sînorî debara xwe bi karê kolberiyê dikin.
Her wiha nêzîkî 90 hezar kes rasterast karê kolberiyê dikin.
Ji ber vê piraniya karên li bazarên Kurdan, bi kolberan ve girêdayî ne.
Ger karê kolberiyê nemîne wê bi hezaran kesên din jî, li Rojhilatê Kurdistanê bêkar bimînin.
Rayedarên Îranê ji rastiya heyî direvin
Rewşa kolberan her ku diçe xirabtir dibe.
Tevî wê jî Rayedarên Îranê hîn rewşa xirab a kolberiyê û kuştina kolberan ji nedîtî ve lê dinerin.



