Serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber dereng-ketina alîkariyên leşkerî lêborîn ji Serokomarê Ukraynayê Zelensky xwest.
Biden sedema derengmayîna alîkariyê jî bi Partiya Komarparêz ve girê da.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA Joe Biden û Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky careke din civiyan.
Lîder, doh bi boneya salvegera 80. a Daketina Normandiya, ku rêveçûan Şerê Cîhanê yê Duyemîn guherand, li Fransayê civiyan.
Biden ji Zelensky lêborîn xwest û got:
“Ji ber hefteyên dawî di warê alîkariya leşkerî de derengmayîn pêk hat, ez lêborînê dixwazim.”
Biden û Zelensky beriya niha di Kanûna borî de li Waşîngtonê civiyabûn.
Di Nîsanê de, Kongresa Amerîkî karibû pêşnûmaya 61 milyar dolar alîkariya leşkerî ji Ukraynayê re pêşkêş dike, piştî çend hefte ji nîqaş û lihevnekirinê, erê bike.
Biden anî ziman ku sedema paşxistinê, ji ber helwesta dijber ya endamên Komarparêz yên di kongreyê de pêk hat.
Zelensky di bersiva xwe ya ji bo Biden de bi taybetî bal kişand ser wê yekê ku piştgiriya “hemû Amerîkayê” girîng e û got:
“Amerîka wek Şerê Cîhanê yê Duyemîn alîkariya rizgarkirina Ewropayê dike.”
Beriya hilbijartinên serokatiyê yên ku di meha Mijdarê de li DYA bên kirin, xuya ye ku navê Serokê berê Donald Trump di anketan de li pêş e.
Rêveberiya Kîevê bi fikar e ku ger namzetê Komarî Trump beriya niha bi serokê Rûsyayê Vladimir Putirn re peyamên diyalogê dabûn weke serokomar bê hilbijartin, alîkariya leşkerî wê qutkirin.
Hevdîtina bê ya Biden û Zelensky wê li Îtalyayê be
Serokê Amerîkayê herwiha soza 225 milyon dolar arîkariya leşkerî ya nû da.
Di pakêta nû de alavên berevaniya hewayî û cebilxaneyên wek topavêj hene.
Di dema ku Rûsya destkeftiyên xwe li eniyê berfireh dike, Biden hefteya borî di daxuyaniyekê de got;
Çekên Amerîkî dikarin li dijî armancên di nav Rûsyayê de jî werin bikar anîn.
Almanya jî li pey guhertina helwesta DYA’yê bû û ji bo çekên wê jî heman destûr hat dayîn.
Hevdîtina Biden û Zelensky ya bê wê di civîna welatên G7 ya li Îtalyayê de pêk bê.
Lîder wê di civînên G7 de li ser veguheztina samanên Rûsyayê yên ku piştî êrişa Ukraynayê hatine cemidandin nîqaş bikin.



