Vîncent Gerber: Teoriyên Ocalan li dijî kapîtalîzmê ye

Aktîvîstê Ekolojiyê û dîroknasê Swîsreyî Vîncent Gerber destnîşan kir ku êdî modelên netewdewlet û demokrasiyên temsîlî bêçare ne û got: ”Teoriya Abdullah Ocalan li dijî kapîtalîzmê derdike û ji bo pêşerojê modeleke nû pêşkêş dike.”

Aktîvîstê Ekolojiyê û dîroknasê Swîsreyî Vîncent Gerber têkildarî mijarên paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava ji ANF’ê re axivî.

Vîncent Gerberî di destpêka axaftina xwe bal kişand ser şaredarvaniya azadîxwaz û ev yek anîn ziman:

”Şaredarvaniya azadîxwaz aliyekî siyasî yê fikra Mûrray Bookchîn e.

Li gorî wî hewce ye civak di warê siyasî de were bênavendîkirin û piştre jî weke siyasî avaniyên ku ji komunên xweser pêk tên, werin avakirin.

Ev yek hem dikare destûra bingehîn ava bike û hem jî dikare di warê parastinê de were pêşxistin.

Bi gotineke din ev yek li şûna jinûve avakirina dewleteke navendî avakirina konfederasyonekê ye.

Yanî li şûna netewedewlete Kurd berê xwe daye hin alternatîfên din.

Bi taybet jî pergala li Rojava mînaka wê ye.”

Vîncent Gerger: Fikrên Abdullah Ocalan tesîreke mezin li çepgirên li Ewropayê kir

Vîncent Gerger di berdewamiya axaftina xwe de qala paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan kir û ev tişt got:

”Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan gelekî guncaw e û hêzeke mezin temsîl dike.

Ocalan bi vê yekê rê vekiriye ku li gel gelê Kurd hemû gel çand, ziman û baweriyên xwe bi awayekî azad îfade dikin û dijîn.

Her wiha fikrên wî tesîreke mezin li çepgirên li Ewropayê kir.”

Vîncent Gerger: Pêwîste piştevaniya şoreşa Rojava bikin

Vîncent destnîşan kir ku Şoreşa Rojava li hemberî fikra netewedewletê weke alternatîfeke pêş ketiye û got:

“Rojava ew cih e ku teorî li wir hatin sepandin. Fikra şaredarvaniya azadîxwaz cara ewil li Rojava rengê xwe nîşan da. Îspat kir ku teoriyeke serkeftî ye.

Ev yek bi saya Ocalan gelê Rojava pêk hat. Her wiha hewce ye em jî piştevaniya Şoreşa Rojava bikin.”

”Tecrîda li ser Ocalan şermeke mezin e”

Vîncent tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha bi dawî kir:

”Tecrîda li ser Ocalan şermeke mezin e. Ocalan girtiyekî siyasî ye.

Li cîhana Rojava têkildarî vê mijarê durûtiyek eşkere heye.

Nabe ku em li hemberî rewşa Ocalan durûtiyê bikin û ez dixwazim vê peyamê bidim ku Ocalanî ji bîr nekin û bizanibin ku Ocalan nûnertiya kê û çi dike.”

Back to top button