Dagirkeran gundên Minbicê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di danê êvarê de gundê bakur û rojavayê Minbicê topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dagirkeran gundên ku welatî lê hene topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di danê êvarê de ji baregehên xwe yên li Şex Nasir û Yaşilî bi çekên giran gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran dikin.

Gundên El-Seyada, El-Cemûsiye, Ereb Hesen, El-Dandaniye, Qert Wiran û El- kawklî rastî topbaranê hatin.

Li gorî agahiyan dagirkeran bi 10’an caran ev gund toparan kirin.

Ji ber topbaran dagirkeran ziyan gihîşete mal û mulkên welatiyan.

Back to top button