Xelkê Helebê şehîd Fedekar Rêdûr pêşwaz kir

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Fedekar Rêdûr ê ku di Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê de şehîd bûbû, pêşwaz kir.

Vê êvarî xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Fedekar Rêdûr pêşwaz kir.

Pişît wergirtina cenazeyê şehîd, şêniyan berê xwe da Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer.

Şehîd Fedekar Rêdûr di 14″ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê şehîd bû.

Di 9’ê Mijdara heman salê de şehadeta wî hat ragihandin.

Şehîd Fedekar Rêdûr di Berxwedana Rûmetê de li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Serêkaniyê, şehîd bû.

Cenazeyê şehîd wê sibê were oxirkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê sibe merasîma oxirkirina şehîd saet 6’ê piştî nîvro li Goristana Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de li dar dixe.

Back to top button