Konseya Ewlekariyê ya NY pêşnûmeya agirbesta ji bo Xezayê erê kir

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî NY cara yekem pêşnûmeya ji bo ragihandina agirbesta li Xezeyê qebûl kir.
Pêşnûmeya Amerîka pêşkêş kirî ji sê qonaxan pêk tê.

Konseya Ewlekariyê ya ji 15 kursiyan pêk tê, 14 endaman dengê erê dan pêşnûmeyê.

Tenê Rûsya jî bêalî ma.

Di biryarê de hat diyarkirin ku Îsraîlê pêşnûme pejirandiye û bang li Hemasê hat kirin ku di zûtirîn demê de ronahiya kesk ji bo vê pêxe.

Di plana agirbestê de, sê qonaxan tê pêşbînîkirin.

Di ya yekem de, tê plankirin ku agirbestek demkurt bi pevguhertina dîlan pêk were.

Qonaxa duyemîn bi rawestandina şer bi temamî û vekişîna hêzên Îsraîlî ji Xezayê pêk tê.

Qonaxa sêyemîn û ya dawiyê jî jinûve avakirina Xezeyê ya ji ber şer wêran digre nava xwe.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi eşkere plana agirbestê ragihand û diyar kir ku Îsraîl qebûl kiriye.

Her çiqasî Amerîka 25’ê Adarê jî ev pêşnûme erê kiribû jî lê ticarî pêk nehat.

Şerê Îsraîl-Hemas: 248 roj

Back to top button