Asayîşê: Li Dêra Zorê çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Hêzên Asayîşê bi operasyoneke taybet li rojavayê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ’ê ku destê wî di êrişên bi erebeyên bombebarkirî de hebû, girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê li ser mijarê bi daxuyaniyeke nivîskî agahî parve kir.

Asayîşê diyar kir ku hêzên wan doh (10’ê Hezîranê) bi oparasyoneke taybet çeteyekî DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê girtin e û wiha got:

“Çeteyê hatî girtin, destê wî di gelek êrişên erebeyên bombebarkirî li dijî hêzên parastinê yên li gundewarê Dêrazorê de hebû.

Her wiha ev çete, bi şaneyên beriya niha bi erebeya bombebarkirî êrişî benda kontrolê ya şervanên QSD’ê li bajarokê El Şihêl û nuqteyeke li bajarokê Ezbayê kiribûn, re bû.”

Asayîşê da zanîn ku bi çete re, tevî 18 fitîlên bombeyan û 4 teqemeniyan, çek û cebilxane jî hatine desteserkirin.

Di dawiyê de jî hate gotin, piştî lêpirsînê wê çete ji bo dozgeriyê bişînin.

Back to top button