Rewşenbîrên li kantona Cizîrê: Divê PDK dev ji hevkariya dijmin berde

PDK’ê hevkarî û koordîneya bi dewleta Tirk a dagirker re di şerê wê yê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de zêde kir.
Rewşenbîrên li kantona Cizîrê diyar kirin ku PDK’ê ders ji dîroka Kurdan negirtiye û tev li lîstokên dijmin dibe.
Rewşenbîran bang li rewşenbîrên Kurd û siyasetmedaran kirin ku li hember dagirkeriya Tirk dengê xwe bikin yek.

PDK’ê hevkarî û koordîneya bi dewleta Tirk a dagirker re di şerê wê yê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de zêde kir.

Kurdên li seranserî Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê hevkariyê red dikin û rexne dikin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Kurdyar Dirêî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker demeke dirêj e êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û got:

“Komara Tirkiyê ji 1923`yan ve dijminatiya doza Kurd dike.

Divê partiyên Kurd dersê ji dîrokê wergirin.

PDK`ê tev li lîstokên dijmin dibe.

Tirkiye siyasetên xwe li ser PDK`ê ferz dike.

Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê kir û gelek lihevkirinên veşartî îmze kirin.

Gelek metirsî û pirsnîşan girêdayî van lihevkirinan hene.”

Rewşenbîrên li kantona Cizîrê: Hewlêr di rewşeke dijwar de ye

Kurdyar Dirêî siyasetên PDK`ê li Başûrê Kurdistanê rexne kir û got:

“Hewlêr di rewşeke dijwar de ye. Li aliyekê, bi hikumeta navendî re nakok e, li aliyê din bi Partiya Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê û tevgerên din ên Kurd re nakok e.

Ji ber wê dixwaze Tirkiyê razî bike.

Sala 2006`an dema Federaliya Başûrê Kurdistanê hate ragihandin, li pêşiya gelê Kurd firsandeke dîrokî hebû.

Diviyabû ev herêm bibûya nuqteya guhertina Kurdistanê tevahî.

Lê mixabin parlamento û hikumet nebûn yek.”

“Yekane hêza ku li dijî planên dewleta Tirk derket tevgera rizgariya Kurdistanê bû”

Dirêî destnîşan ku kir ku aliyê yekane yê li pêşiya planên dewleta Tirk derketiye, tevgera rizgariya Kurdistanê bû ku heta niha Herêmên Parastinê yên Medyayê diparêze û wiha pê de çû:

“Divê partiyên Kurd bi lez kongreya nîştimanî li dar bixin, ji bo ku pêşeroja Kurdan were diyarkirin û rê li pêşiya xwînmêjin Kurdan bê girtin.”

“Li hember êrişên li dijî herêmên parastinê yên medyayê bêdeng nemînin”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Ebûd Mexso jî bang li aliyên Kurd kir ku li hember êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bê deng nemînin.

Back to top button