![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2020/05/ZEVI-SEWAT-1.jpg)
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 10’ê Gulanê Bugaz û Qertwêran ên rojavayê bajarê Minbicê topbaran kiribûn.
Di encama topbaranê de 200 hektar zeviyên çandiniyê û nêzî 3 hezar darên zeytûnan şêwitîn.
Her wiha Şêniyan diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan şerê debara wan dikin.
Der barê mijarê de welatiya bi navê Fatima El Mihemed a ji gundê Kawiklî axivî û got:
“Ji ber êrişên Tirkiyeyê agir bi zeviyên me yên çandiniyê ket.
Şêniyên terektor û alavên tefandina agir amada kirin.
Lê tirsa ku werin hedefkirin, nikarîbûn nêzî cihê şewatê bibin.
Şeweatê tevahî hêviyên şêniyên li ser mewsimê çandiniyê têk bir û jêdera yekane ya debara wan tune kir.”
Wefa El Ehmed jî wiha anî ziman:
“Şewat bû sedema karesatekê.
Ev şewat jiyana kesên ku mala wan nêzî qadên çandiniyê ne dixe xeteriyê.
Xetereya din jî ew e ku gundên me rojane ji aliyê dagirker û çeteyan ve tên topbarankirin.
Dewleta tirk bi van kiryaran hewl dide me bide koçberkirin.”