Şandeya TAJÊ ji bo pêngava ‘xweparastinê’ serdana Bexdayê kir

Şandeyek ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî-TAJÊ di çarçoveya xebatên pêngava ‘Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê’ de çû serdana Bexdayê û bi Wezîra Wezareta Koç û Koçberiyê Îvan Faîk Cabir re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de gelek mijar hatin nîqaşkirin.

Ew jî girtina kampên Êzidiyan ku hikûmeta Iraqê biryar dabû dê heta meha tîrmehê hemû kampên Êzidî lê ne bêne girtin, vegera Êzidiyan a Şengalê û alîkarî dayîna malbatan, êrîşên dewlet a Tirk a li ser Şengalê û bandora wê ya li ser Iraqê bûn.

Şandeya TAJÊ ji wezaretê xwest ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe û tişta ku dikeve ser milê wan pêk bînin.

Wezaretê jî soz da ku dê li ser mijarên ku nîqaş kirine raweste.

Piştî hevdîtinê şandeya TAJÊ vegeriya Şengalê.

Back to top button