DYA dixwaze li peymana nûkleerî ya bi Îranê re vegere

Danustandinên DYA û Îranê yên li Viyana ku bi pêşengtiya NY pêk hatî, hêviya vegera li peymana nûkleerî ya bi Tahranê re careke din geş kir.
Serokê DYA Joe Biden dixwaze li peymana nûklerî ya ku 2015’an hatî îmzekirin û Trump ew betalkirî vegere.
Vê yekê Îsraîl bihêrs kiriye.
Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu ragihand ku her çi peymanek di navbera rêveberiya Biden û Îranê de pêk were wê wan eleqeder neek.

Bernameya Peymana Nûkleerî ya ku bi hatina rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re cihê xwe hertim di rojevê de dihêle.

Piştî civîna 6’ê Nîsanê ya li paytexta Awisturya Viyanayê ku di navbera aliyan de pêk hat, hêviyên vegera li peymanê careke din geş bûye.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYA Ned Price di daxuyaniya çapemeniya rojane de careke din îşaret bi helwesta rêveberiya welat kir.

Em di danustandinên bi Îranê re naxwazin lez bikin. Danustandin wê zehmet derbas bibin. Em amadene, cezayên ku ne di çarçoveya peymana nûkleerî ya bi Îranê re hatine ferzkirin rakin.

Danûstandinên ji bo peymana nûkleerî ya navbera aliyan 2015’an li Viyana despê kiribû.

Serokê berê yê DYA Donald Trump 2018’an ji peymana nûkleerî ya ku 2015’an di navbera 5 welatên dayîmî yên NY û Almanya de hatî îmzekirin vekişiya.

Îsraîl: Peymanek DYA li gel Îranê me eleqeder nake

Li aliyekî din gavên Serokê DYA Joe Biden yên têkildarî Taharanê Îsraîlê bihêrs dike.

Li gorî nûçeya rojnameya Yediot Ahronot ya Îsraîlê serkowezîrê welat Benjamîn Netanyahu di merasîma salvegera komkojiya Holokostê de têkildarî danustandinên li Viyana wiha gotiye:

Ti peymanek ya di navbera Waşîngton û Îranê de me eleqeder nake. Tenê tiştek me eleqeder dike, ew jî astengkirina komployên dijminane.

Back to top button