Li Şedadê cenazeyê şervanê QSD’ê Hemîd El Mûsa hat oxirkirin

Şêniyên bajarê Şedadê şervanê QSD’ê şehîd Hemîd El Mûsa bi merasîmekê spartin axê.
Şêniyan diyar kirin ku şehîd lehengên rasteqîn in, ji ber di oxira parastina welat de canê xwe dan.

Şervanê QSD’ê Hemîd Mûsa 23’ê Gulana 2024’an li Dêrazorê şehîd bûbû.

Xelkê Şedadê û bajarokên wî, malbatên şehîdan, endamên saziyan û QSD’ê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd Hemîd El Mûsa li goristana şehîdan kom bûn.

Di merasîmê de, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ewde El Hisên axivî û anî ziman ku şehadet rêyeke dijwar e, ji bilî lehengan kes naşopîne.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya Şedadê, Mihemed El Edîb jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza dewamkirina riya şehîda da.

Dawiyê wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malabatê hat kirin.

Back to top button