Li Şebayê derbarê girtiyên ‘Doza Kobanê’ panelek hat lidarxistin

Derbarê cezayê ku li girtiyên DOZA KOBANÊ hatine birîn, bertek dewam in.
Îro jî bi heman armacê, panelek li kantona Efrîn Şehbayê hate lidarxistin.
Panel bi encamnameyekê bi dawî bû û ji xalên sereke: Li tevahî cîhanê, ji bo serbestberdana girtiyên siyasî asta têkoşînê were bilindkirin.

Yekîtiya Parêzerên Efrîn-Şehba bi hevkariya TEV-DEM di bin dirûşma “Dadgehên Tirkiyê Yên Li Gorî Berjewendiyên Siyasî Binpêkirinên Eşkere Ji Mafên Mirovan Re Ne” panelek lidarxist.

Panel li hola Kampa Serdem ya li bajarokê Ehdasê bi beşdariya gelek parêzer, şêxên eşîran, siyasetmedar û hiqûqnasan pêk hat.

Li wir endamê Yekîtiya Parêzeran a kantona Efrîn-Şehba Lezgîn Kor axivî û got:

“Cezayên li dijî siyasetmedarên Kurd ên HPD’ê hatin ferzkirin cezayên ketober in;

Dadgeha Tirkiyê biryarên navneteweyî bin pê dike.”

Kesên beşdarî panelê jî weha gotin:

“Dadgehên Tirkiyê ne rewa ne. Ji ber ku li dijî qanûnên navneteweyî ye. Sûca siyasetmedaran tenê ew e ku piştgirî dan berxwedana Kobanê.”

Beşdarên panelê: Divê Erdogan û partiya wî werin cezakirin

Divê Erdogan û partiya wî were cezakirin ku siyasetmedar û hiqûqnas bêyî tu sedeman xistin girtîgehan.

Panel bi encamnemayekê bi dawî bû û hin ji xalên wê wiha ne:

Divê binpêkirinên dewleta Tirk pêk tîne, ji hêla komîteyên hiqûqî ve werin belgekirin.

Daxwaz ji dadgeha navneteweyî ya mafên mirovan were kirin, dewleta Tirk mecbûr bike biryarên xwe bi cih bîne, ji ber ku ew endameke peymana mafên mirovan e.

Li tevahî cîhanê, ji bo serbestberdana girtiyên siyasî asta têkoşînê were bilindkirin.

Daxwaz ji parêzer û siyasetmedarên li Tirkiyê heye ku giliyê rakirin DMME’ê.

Li Qamişlo têkildarî ‘Doza Kobanê’ forumek li dar ket

Back to top button