Li Zapê kepçeyek dagirkeran hat bêkêr kirin

Li gor agahiyan, gerîlayên azadiya Kurdistanê li Girê Amêdiyê ya li Zapê li dagirkeran dane.
Di encama çalakiyê de kepçeyeke dagirkerên Tirk ku rê çêdikir, hat bêkêrkirin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, di danê ber bi êvarê de gerîlayên azadiya Kurdistanê li qada berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya li herêma Şehîd Delîl a li rojavayê Zapê li dagirkeran dane.

Hate ragihandin ku di encama çalakiya gerîlayan de keçpeyeke artêşa Tirk a dagirker ku rê çêdikir, hate bêkêr kirin.

Lê heta niha HPG’ê têkîldarî çalakiya gerîlayan agahiyek parve nekiriye.

Back to top button