Heleb-Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo çalakiyek piştgirtiyê hat lidarxistin

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.
Li Helebê kongra star li hemberî tecrîdê çalekiyek li darxistin.
Kesên amade diyar kirin ku hebûna wan bi saya firkir û felsefeya Rêber Apo ye.

Li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo berdewamin.

Îro bi vê armancê li Helebê kongra star dijî tecrîda girankirî çalakiyek li darxist.

Çalakî li Telêta Heleb li taxa şêxmeqsûd hat li darxistin.

Destpêka Çalakiyê Kordîneasyona kongra star a bajarê helebê Nêrgis Bekir axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêber Apo de, dixweze gelê kurd tune bike.

Jinên Beşdar: Heta em Rêber Apo azad nekim em ranawestin

Rêveberiya mala Êzîdiyan ya taxa Şêxmexsûd û Eşrefiyê Roşîn Mûsa jî teqez kir ku ew weke jinên têkoşer heya azadiya fîzîkî ya rêber Apo wê di nava çalakiya de bin.

Emdama meclisê taxa Eşrefîyê Elîf Hesen jî da zanîn ku hebûna wan bi saya firkir û felsefeya Rêber Apo ye.

Çalakiya piştgiriyê ya li dijî tecrîdê wê 3 rojan dewam bike

Çalakî wê 3 rojan dewam bike û van 3 rojan dê semîner werin dayîn û nîqaş bên kirin.

Wê ji herdû taxan Şexmeqsûd û Eşrefiyê gel, endamên komîn, meclis û hemû partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bibin.

Li Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meş hate lidarxistin

Back to top button