Xebat û amadekarî ji bo hilbijartinê didomin

Tevger û rêxistinên bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava amadekarî û xebatên Hilbijartinên Şaredariyan de ne.Îro jî dê Tifaqa Gelan û Jinan ji bo azadiyê mîhrîcanên propagandayê ji bo danasandina nazmet û bernameya xwe li Qamişlo, Hesekê, Minbic, Reqa û Kobanê lidarbixe.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ji 11’ê Hezîranê, roja hilbijartinên şaredariyên amade dikin.

Piştî hevdîtin û pêşhilbijartinan di 20’ê Gulanê de 22 partî, tevger û rêxistinên jinan ji bo hilbijartinên şaredariyan “Tifaqa gelan û jinan ji bo azadiyê” ava kir.

Ji bo danasîna namzatan li gelek deverên herêmê şahî hatin lidarxisitn

Her wiha îro di çarçoveya dema diyarkirî ya ji bo propagandaya hilbijartinê ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo azadiyêˊ mîhrîcanên propagandayê ji bo danasandina nazmet û bernameya xwe lidar xist.

Li Hesekê û Qamişlo mîhrîcan hatin lidarxistin, namzat û bername hatin eşkerekirin.

Li Minbic û Reqayê jî şahî hatin lidarxistin û namzat hatin danasîn.

Her wiha li bajarê mezin Kobanê jî bi heman aramcê şahiyek hate lidarixistin.

Back to top button