Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo didome.
Rewşenbîran li Kantona Tebqayê tecrîd û “Cezayên Dîsplînê” şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk ji van cezayan armanc dike ku Rêber Apo ji “mafê hêviyê” bê par bihêle.
Rewşenbîr Mîlad Yûsif diyar kir ku cezayên dîsplînê, derqanûnî ne û dûrî pîvanên danûstandina bi girtiyên siyasî re ne û got:
“Armanca dewleta tirk ew e ku Rêber Apo ji mafê hêviyê bê par bihêle.
Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku rola xwe bilîzin, fişarê li desthilata Tirk bikin ji bo ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.”
Endamê Navenda Çand û Hunerê rewşenbîr Amir Inad jî diyar kir ku Tirkiye bi van sûcên di şexsê Rêber Apo û girtiyên siyasî de dixwaze rastiya siyaseta xwe ya kirêt veşêre û wiha anî ziman:
“Em bang li saziyên navneteweyî yên NY’yê, CPT dikin ku berpirsyariyên xwe bînin cih, tecrîdê bi dawî bikin.
Ji bo tunekirina tecrîdê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê têkoşîn were mezinkirin.”