Li Freîbûrgê bi sedan name ji CPT re hatin şandin

Meclîsa Jinê ya Nûda ku li Freîbûrgê kar dike, di çarçoveya Kampanya ji bo azadiya Rêber Apo de bi sedan name ji CPT re şand.

Ji bo azadiya Rêber Apo kampanya nameyan ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê da destpêkirin, dewam dike.

Meclîsa Jinê ya Nûda ku li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê kar dike, bi daxwaza bicihanîna berpirsyariya xwe ya CPT 857 name ji saziyê re şand.

Di nameyan de jinan bang li saziyên mîna CPT kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Hat destnîşan kirin ku li hemberî bêedaletiya li Rêber Apo tê kirin wê nikaribin bêdeng bimînin.

Back to top button