Li hember şewatên zeviyan welatî nobetê digirin

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Parastina zeviyên xwe yên çandiniyê nobetê li ser rêyan û di nav zeviyan de digirin.

Ji destpêka mewsima çinînê ve şêniyên Til Temirê yê kantona Cizîrê bi xwespartina li rêgeza xweparastinê di seferberiyê de ne.

Şênî ji bo parastina zeviyan ji şewatê, li ser rêyên giştî nobetê digirin, ajokaran hişyar dikin ku dûvikên çixareyan nevêjin nav zeviyan.

Her wiha ew di rewşên şewatê de destekê didin tîmên awarte û yên agirkujê.

Di vê mewsimê de gelek şewat ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li eniyên şer ên Til Temir hatin çêkirin.

Lê tîmên awarte û yên agirkujiyê ew agir vemirandin.

Back to top button