![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/05/KAMPA-WASOKANI-1.jpg)
Koçberên ku berê xwe dan Kampan ji roja ewil ve gelekî zehmetiyan dikşînin.
Pergala xwendinê di bin şert û mercên zehmet de careke din hat avakirin.
Li Kampa Waşokanî û Serêkaniyê 6 Dibistan ji aliyê Rêvebriya Xweser ve hat avakirin.
Li Kampê 132 Mamoste û 5 hezar û 884 Şagirt li wan dibistanan dixwînin.
Dewleta Tirk û çeteyên wî 9’ê Cotmeha 2019’an Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û hemû çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar anîn.
Bi sedan jin û zarok qetil kirin, bi hezaran kesan bi darê zorê koçber kirin.
Rêveberiya Xweser a Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo van koçberan bi cih bike kampa Waşokanî li Bakur- Rojavayê bajarê Hesekê ava kir.
Koçberên ku berê xwe dan kampan ji roja ewil ve gelekî zehmetiyan dikşînin.
Pergala xwendinê di bin şert û mercên zehmet de careke din hat avakirin.
Li kampa Waşokanî û Serêkaniyê 6 dibistan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin avakirin, 132 mamoste û 5 hezar û 884 şagirt li wan dibistanan dixwînin.
Nûnera dibistana seretayî ya kampa Waşokanî Stêra Reşik derbarê rewşa dibistanên li kampa Waşokanî û Serêkaniyê axivî.
Bandora êrişên dagirkeriyê li ser Perwerdehiyê
Stêra Reşik bal kişand êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk li ser Serêkaniyê pêk anî û bandora wî li ser xwendinê û wiha got:
“Sîstema xwendinê li bajarê Serêkaniyê beriya êrîşan pir baş bû.
Lê piştî êrîşan û dagirkirina Serêkaniyê, bandoreke neyînî li ser sîstema xwendinê çêbû.
Bi hezaran şagirt û mamoste neçarî koçberiyê bûn her malbatek berê xwe da cihekî.
Nêzî 2 heyvan şagirt ji xwendinê bêpar man.
Piştî ku Rêveberiya Xweser kampa Waşokanî û Serêkaniyê ava kir komîteya xwendin û fêrkirinê û Rêveberiya Xweser 6 kon ji bo dibistanan diyar kir û sîstema xwendinê wisa berdewam kir.”
Stêra Reşik. Divê rexistinên mirovî alîkarî bidin Kampê Koçberan
Stêra Reşik bang li rêxistinên mirovî kir ku piştîgiriyê bidin sîstema xwendinê û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
“Ji destpêka vebûna dibistanan ve heta niha, rêxistinên mirovî ji bo pêşxistina sîstema xwendinê tu alîkarî nekirine.
Hemû bar li ser Rêveberiya Xweser e ruxmî ku barê wê giran e jî naxwaze zarok bê xwendin û nezan bimînin, bê nasname bijîn.
Divê rêxistinên mirovî ji bo perwerdeyê alîkarî bide kampên koçberan.”