Îro jî agir bi zeviyên genim yê gundê Sînan yê Çilaxa ket.
Îro di danê nîvro de agir bi zeviyên gundê Sînan ê Çilaxayê ket.
Agir bi alîkariya şêniyên bajar û tîmên agirkujiyê yên Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Koçer û Rimêlan hate vemirandin.
Li gor şêniyan ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku nêzî 150 donim ji zeviyê genim û ceh şewitî.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî têkildarî şewatê dest bi lêkolînan kir.
Her wiha li aliyekî de jî tîmên agirkujiyê û şêniyan agirê bi zeviyên gundê Nebî Sadî yê Çilaxayê ketibû vemirandin.
Li gor daneyên Yekitiya Cotkaran a Çilaxa, di vê bûyerê de jî donimeke genim şewitî.
Dagirkeran gundê Minbicê topbaran kir: 20 hêktar zevî şewitî