‘Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê’ li Qamişlo şahiyek li dar xist

Di çarçoveya propagandaya hilbijartinan a ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ de, ya ji bo hilbijartinên 11’ê Hezîranê, li bajarê Qamişlo şahiyek hat lidarxistin.
Di şahiyê de namzet bi şêniyan re civiyan.

Di serî de namzetê hevbendiyê yê Meclisa Şaredariya Qamişlo Ebdulhelîm Eko bang li şêniyan kir ku berê xwe bidin sindoqan.

Ebdulhelîm Eko diyar kir destkeftiyên ku bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û namzetên guncaw ji bo rêvebirina şaredariyan û pêşxistina wan hilbijêrin.

Piştre herdu namzetên hevseroketiya Şaredariya Qamişlo Bêrîvan Omer û Stêfo Îşûh axivîn.

Bêrîvan Omer teqezî bi girîngiya dengdayînê da û kêfxweşiya xwe bi beşdariya jinan di çalakiyan de nîşan da.

Stêfo Îşûh jî diyar kir ku ji bo pêkanîna demokrasiyê pêwîstî bi kedeke mezin heye û ev hevbendî hemû pêkhateyan dihewîne.

Back to top button