Dayîkên Heleb û Qamişlo cezayê darvekirina gerîla Rêgeş şermezar kirin

Hikumeta deshilat a Îranê dijî gerîlayê HPG cezayê darvekirinê birî û ev biryar ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin.
Li hemberî van sûc û kiryarên deshilata Îranê dayikên li herêmê bi hêrsin.
Dayîkan li dijî van sûcan bang li saziyên mafên mirovan kirin ku bilez bikevin tevgerê.

Li hemberî vê biryare ne-mirovî a sûcên hikumeta Îranê, nerazîbûnên gelê kurd û tayîbet dayikên şehîd û gelîla derketin pêş.

Dayikên aştiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê şermezar kirin û gotin:

Cezayê darvekirinê ji aliyê desthilatdarên Îranê ve ji bo belavkirina tirsê nava civakê ye.

Ji ber ev darvekirin, yekane rêya wê a domandina desthilatdariyê ye.

Lê bi cezayê darvekirin û girtina gerîlayên azadiyê, wê nikaribin biryardariya me ya parastina mafên gelê Kurd lewaz bike.

Dayîkan sûc û cezayên darvekirinê şermezar kirin û daxwaz ji saziyên mafê Mirovan kirin ku van sûcan rawestînin.

Meclisa jinan a malbatên şehîdan yên li Qamişlo jî dijî heman biryara darvekirinê daxuyanî dan.

Meclisê got, li ser asta cîhanê ji ber van sûcan hikumeta Îranê di rêza yekem de ye.

Bi van sûcan sînorên mafên mirovan derbas kirin û kes deng ji xwe nayîne.

Back to top button