Li Til Temir çeteyên dewlela Tirk a dagirker agir bi zeviyên welatiyan xist

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro ji gelek aliyan ve agir berdan zeviyên welatiyan yên li gundên Til Temirê û Zirganê.
Tîmên awarte yên li eniyên şer destwerdanî agirkirin.
Li hin deveran agir di demekî nêz de hate vemirandin, lê li hin gunda jî vemirandina agir wisa ne hêsan bû.

Bi derstpêkirina dema çinînê re êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê gelekî zêde bûye.

Çeteyên Tirkiyê bi zanebûn agir berî zeviyên welatiyan didin û dixwazin ziyan bighînin mal û mulkên welatiyan.

Di danê nîvro de çeteyan ji gundê Inêgil Hewa yê di navbera Til Temir û Zirganê de, agir bi zeviyan xist.

Agirê bi palan gihaşt gundê Bab Xêr, Benca, Til-werid û Xirbet şeaîr yê di navbera Til temir û Zirganê de.

Piştî wê jî di danê piştî nîvro de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora gundê Enîq El Hewa yê dagirkirî yê li bakurê Til Temirê agir vêxist da ku zeviyên li herêmê bişewitin.

Nûçegihanê me diyar kir ku tîmên awarte û tîmên agirkujiyê li gundê El Neimo li hember gundê Enîq El Hewa yê dagirkirî bi cih bûne û agir beriya bigihîne herêmê vemirand.

Piştî wê jî çeteyan li derdora gundê Enîqa El Hewa yê dagirkirî yê li ser rêya di navbera bajarê Til Temir û Zirganê de agir vêxist.

Tîmên awarte hewl da ku şewat negihîne zeviyên çandiniyê yên Til Temirê.

Nûçegihanê me yê li Til Temirê anî ziman ku ruxmî hewldanên tîmên awarte agir li gundên El Eboş û Bab El Ferec ên li ser rêya di navbera bajarên Til Temir û Zirganê de belav bû.

150 donim zevî li gundê Sînan yê Çilaxa şewitî

Back to top button