Gera 2’mîn a Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir

Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de, xebat têne berfirehkirin.
Piştî serdana 33 partiyên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî, vê carê înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê dest bi gera 2’emîn a serdanan kir.
Înîsiyatîfê serdana Serokê Meclisa Êla El-Tey kir.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî”, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê xebatên xwe didomîne.

Piştî serdanên partiyên siyasî, Însiyatîfê îro dest bi serdana rûspiyên civaka Ereban kir.

Înîsiyatîfê li Qamişlo serdana Serokê Meclisa Êla El-Tey Hesen El-Ebdulrehman kir.

Di dema serdanê de, ji rûspiyên Êla El-Tey Ehmed Bedran El-Salim jî amade bû.

Berdevkê Înîsiyatîfê Ferzende Munzur têklidarî tecîrda girankirî ya li ser Rêber Apo û ferzkirina cezayên dispilînê agahî dan.

Serokê Meclisa Êla El-Tey: Fikra Rêber Abdullah Ocalan gihaya wijdana me

Serokê Meclisa Êla El-Tey Hesen El-Ebdulrehman jî diyar kir ku ew destekê didin Înîsiyatîfê, aliyên azadîxwaz û netewa Kurd.

El-Ebdulrehman da zanîn ku hemû gelên li Rojhilata Navîn bi fikra Rêber Abdullah Ocalan di yek refê de ne.

El Ebdulrehman diyarkir ku Rêber Abdullah Ocalan karîbû peyama xwe bighîne civaka êlan (eşîran) û wiha got:

“Eşîr û êlên li herêmê jî gelek caran banga ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirine.

Felsefeya wî ji bo mirovahiyê ye, fikra Rêber Abdullah Ocalan gihaya wijdan me, em jî li gorî wê ji aliyê xwe ve rê li ber fitneyên li herêmê digirin.”

Rûspiyê ji Êla El-Tey Ehmed El-Salim jî Rêber Apo weke rêberekî mirovahî pênase kir û ev tişt anî ziman:

“Divê ev zilma li hemberî kesayeta wî ji holê bê rakirin.”

Gera Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê wê di rojên pêş de bi sardana rûsipiyên civaka Ereban, meclis û dêrên Ermenî, Suryanî û Asuriyan dewam bike.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo a Sûriyê serdanên bi partiyan re didomîne

Back to top button