Şerê Îsraîl-Hemas: 235 roj

Şerê Îsraîl û Hemasê di roja 235 rojan de jî didome.
Di rojên dawî de êrîşên Îsraîlê ya li ser konên filîstiniyên ku ji Refahê derketine pêk tîne ji gelek welatan ve rastî bertekan tê.
Lê tevî van bertek û nerazîbûnan, biryarên Diwana Edaletê ya Navneteweyî jî Îsraîlê bi israr êrîşên xwe pir tund didomîne.
Her wiha rêvebira ragihandinê ya UNRWA Juliette Touma ragihand ku di êrîşa li dijî kampa Refahê de herî kêm 200 kes mirin.
Li aliyê din Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku êrîşa leşkerî ya Îsraîlê ya li ser Refahê ji niha ve di asta felaketê de bandor li ser tenduristiya li Şerîda Xezayê kiriye.

Artêşa Îsraîlê bê serûber Şerîda Xezayê bombebaran dike.

Êrîşên li ser konên filîstiniyan ji hêla gelek welatan ve rastî bertekan hat.

Balafirên şer ên Îsraîlî careke din Refahê bombebaran kir

Lê hîna bertekên li ser êrîşên Îsraîlê dewam dikir, êrîşeke din pêk hat.

Balafirên şer ên Îsraîlê carek din konên Filistîniyan yên li bajarê Refahê kirin armanc.

Di bombebaranê de 21 kes mir

Hat ragihandin ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de 21 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa Îsraîlê doh bi şev li ser bajarê Xan Yunisê jî êrîşa hewayî pêk anî.

Di encama vê êrîşê de jî gelek Filîstinî ku di nav wan de zarok jî hebûn hat kuştin û gelek kes jî birîndar bû.

Di êrîşa hewayî ya li ser Xan Yunisê de kuştî û birîndar hene

Çavkaniyên li heremê diyar kirin ku balafirên şer û wesayitên leşkerî yên Îsraîlê li navend û rojavayê bajarê Refahê û derdora herêma Tel Zurub a li başûr-rojavayê bajêr gule berdane malên welatiyan.

Ji aliyê din ve di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê de li Taxa Es-Sebra ya Xezayê, 5 kes birîndar bûn.

Di vê navberê de Heyva Sor a Filîstinê daxuyanî da û ragihand ku yek ji xebatkarên Nexweşxaneya Qudsê li Şerîda Xezayê hat kuştin.

Li gor daxuyaniyê hejmara miriyên ekîbên Heyva Sor derket 30 kesî.

NY: Di êrîşa li ser kampa Refahê de herî kêm 200 kes mirin

Her wiha rêvebira ragihandinê ya UNRWA Juliette Touma bi beşdariya civîna çapemeniyê ya rojane ya li New Yorkê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Juliette Touma ragihand ku di êrîşa li dijî kampa Refahê de herî kêm 200 kes mirin.

Touma diyar kir ku piştî 6′ Gulanê zêdetirî 1 milyon kes ji Refahê ya li başûrê Xezayê derketine û destnîşan kir ku koçkirin hê jî dewam dike.

Tûma da xuyakirin ku di nava 3 hefteyên dawî de tenê 200 kamyonên alîkariyê derbas bûne û got:

“Her ku pêdiviyên gel zêde dibin, ev dilopek di behrê de ye.”

WHO: Êrîşa li ser Refahê bandoreke giran li tenduristiyê dike

Li aliyê din Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku êrîşa leşkerî ya Îsraîlê ya li ser Refahê ji niha ve di asta felaketê de bandor li ser tenduristiya li Şerîda Xezayê kiriye.

Nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê yê li xaka Fîlîstînê Rîk Peeperkorn anî ziman ku piştî destpêkirina êrîşa Îsraîlê ya li ser Refahê li vî bajarê li başûrê Şerîda Xezayê xizmetên tenduristiyê têk çûne.

Rayedarê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê got:

“Eger êrîşa Îsraîlê dewam bike, em ê nexweşxaneya dawî jî ya li Refahê ji dest bidin.”

Ev yek jî tê wê wateyê ku nêzî 1.9 milyon mirovên li başûrê Şerîda Xezayê neçarî nexweşxaneyên sahra yên li peravê bimînin.

Şerê Îsraîl-Hemas: 234 roj

Back to top button