Rojnameya Îtalyayê Greenreport qala êrişên kîmyewî yên ku dewleta Tirk kir

Rojnameya Jîngehparêz Greenreport ku li Îtalyayê weşanê dike, di rûpelên xwe de qala êrişên kîmyawî yên ku dewleta Tirk li hemberî gerîla bi kar tîne, kir.
Di nûçeya malperê de hat gotin; “Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî û bombeyên qirêj bombe li gerîlayên Kurd dibarîne.
Mîna li Ukrayna û Xezayê, cîhan berê xwe dide aliyek din.”

“Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî û bombeyên qirêj bombe li gerîlayên Kurd dibarîne.

Mîna li Ukrayna û Xezeyê, cîhan berê xwe dide aliyek din.”

Rojnameya Greenreport.it bi vê sernavê di rûpelên xwe de vê carê qala êrIşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li hemberî gerîla bi kar tîne, kir.

Rojnameli Îtalyayê hem weke çap hem jî online weşanê dike û li Îtalyayê mînaka yekem e.

Kalîteya kîjanî baştir be wê bi kar bîne

Di nûçeya bi îmzeya Umberto Mazzantini hat weşandin qala durûtî û sûcên dewleta Tirk hate kirin.

Umberto Mazzantini dibêje:

Tirkiye ku welatekî NATO’yê ye, di navbera Rûsya û Ukraynayê de navbeynkariyê dike, qirkirin û bombebarana derqanûnî ya ku Îsraîl li Xezeyê pêk tîne şermezar dike, bang dike ku rêz ji mafê xweserî û mafên dewletê ya Fîlîstîniyan re bê nîşandan.

Lê dema mijar dibe gelê Kurd tam berevajî vê yekê dike, li welatê xwe zilmê lê dike û digire; li Sûriye û Iraqê êrîş dike, dagir dike, bombebaran dike û dikuje;

Bi heman çekên qedexekirî yên ku kesên din li diî gelên din bi kar tîne, êrîş dike û dibêje ku ew rêz nîşanî mafê kesên din dide ku bi xwe qedera xwe diyar bikin.”

Mazzantini bal kişand ser dîmenên ku YJA Starê roja 27’ê Gulanê têkildarî teqemenî û kîmyewiyên ku li dijî gerîla hatine bikaranîn.

Mazzantini got:

“Li Xeze û Ukraynayê mirov dimirin, lê me Kurd çi zû ji bîr kirin ku bi dehan sal in li ser navê azadiyê tên kuştin.

Bi baweriya ku em ê ji nedîtî ve bên, wê bê ceza bê hiştin û em ê bêhna kîmyewî ya şerê dagirkeriyê û îmhayê nekin, vê yekê dike.”

Back to top button