Rêveberiya Xweser: Hilbijartin mijarekî hundirîn e û ti eleqeya wê bi Tirk re nîn e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku têkilî û pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, karekî hundirîn in.
Her wiha destnîşan kir ku lidarxistina hilbijartinan, girêdayî sûriyeyiyan e û tu eleqeya wê bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîn e.

Hilbijartina Şaredariyan a li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Enqere xistiye nava taya metirsiyê.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dibêje mijara hilbijartinê karekî hindirîn e û Enqerê eleqeder nake.

Rêveberiya Xweser jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de îşaret bi vê civînê kir û wiha got:

“Konseya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê, Rêveberiya Xweser bi qutbûna ji Sûriyê tawanbar kir.

Ew bi vê yekê rastiyan berovajî dike.”

Rêveberiyê bal kişand li ser herêmên Sûrî yên dewleta Tirk dagirkiriye û ev tişt anî ziman:

“Li Idlib, Cerabuls, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dewleta Tirk dagir kirin, rojane siyasetên qirkirinê tên meşandin.

Bi polîtîkaya li herêmê ferz dike, Sûriyê parçe dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkilî û pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, karî hundirîn e.

Rêveberiyê dazanîn ku lidarxistina hilbijartinan mijareke girêdayî sûriyeyiyan e û tu eleqeya wê bi ewlehiya Tirkiyê re nîn e.

Beriya civînê MGK’ê jî Serokê Partiya Gel a Netewperest MHP’ê Devlet Bahçelî jî heman mijar di civîna koma meclisa xwe de anîbû ziman.

Diyare ENKS’ê bi dijberiya xwe ya hilbijartinê kariye rejîma Tirkiyê keyfxweş bike.

Divê peyama Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku hilbijartina şaredariyan nasnake û boykut dike cuda were dîtin.

Bahçelî boykuta Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya ji bo hilbijartina Şaredariyan jî bi keyfxweşî pêşwazî kir.

Rêveberiyê daxuyakirin ku hilbijartin dê îstiqrar û jiyana aştiyane li Sûriyê xurttir bikin û wê roleke erênî di pêşxistina çareseriya siyasî ya giştî de bilîzin.

Rêveberiyê dawiyê got:

“Em bang li gel û pêkhateyên herêmê dikin ku hilbijartinê bi ser bixin.

Em dixwazin li herêmên xwe demokrasiya xwecihî pêk bînin.”

Back to top button