HPG: Artêşa Tirk 67 caran tunelên şer bi çekên kîmyewî bombebaran kirin

Dewleta dagirker ku li hemberî berxwedaniya gerîla xitimiye rojane bi dehan caran çekên kîmyewî bi kar tîne.
HPG’ê ragihand dagirkeran di nava 2 rojan de 67 caran çekên qedexekirî û kîmyewî li ser tunelên şer ên gerîla bi kar anî.

Di serî de li Zap, Metîna û Xakûrkê, dewleta Tirk a dagirker ku li herêmên parastina Medya xitimiye rojane bi dehan caran çekên kîmyewî bi kar tîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dagirkeran di nava 2 rojan de 67 caran çekên qedexekirî û kîmyewî li ser tunelên şer ên gerîla bi kar anî.

Li gorî vê;

27 û 28’ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê,

tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 63 caran bi gazên kîmyawî û 3 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Tûnelên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Amediyê jî 12 caran bi droneyên bombebarkirî û careke bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di heman dîrokê de herêmên Xakurkê, Zap, Garê û Metînayê jî bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Li rojavayê Zapê gerîla li dagirkeran da: Pergala raderê hat îmhakirin

HPG’êragihand ku li herêma rojavayê Zapê 27’ê Gulanê hêzên gerîla dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM, Girê Cudî û Amediyê bi çekên giran û nîv otomatîk kirin armanc.

28’ê Gulanê jî li dijî dagirkerên ku li girê Amediyê dixwestin pergala radarê bi cih bikin çalakiya sekvanî hat kirin û pergala radarê hate bêkêrkirin.

Back to top button