Li Efrînê revandina sivîlan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve dewam e û vê carê jî çeteyan ji navçeya Şerayê 2 sivîl revandin.
Çeteyên dewleta Tirk, li gundê Şîl-tetê yê navçeya Şera ya Efrînê ciwanên kurd yên bi navê Ehmed Mihemed û Ehmed Hemo revandin.
Çeteyan bi tewana ku her du ciwanan karê qaçaxiyê dikirin revandin û birin navendek xwe ya li Dêr Sewan a navçeya Şêrewa.
Tevî revandina sivîlan Topbarana gundewarên navçeya Şêrewayê ji aliyê dewleta Tirk ve dewam dike.
Vê carê dewleta Tirk gundên Kefer În-tiwan û Aşê Fîsel ên navçeya Şêrewayê topbaran kir û top li kêleka dibistanekê ket.