Desteya Çandiniyê dest bi wergirtina genim kir

Desteya Çandinî û Avdanê a Rêveberiya Xweser li herêmê dest bi wergirtina Genim ji cotkaran kirin.

Cotkarên ku genimê xwe diçînin da ku neşewtin yekser dişînin depoyên wergirtinê.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.

Depoyên Genim yên li Amûdê Genim ji cotkaran werdigirin.

Desteyê buhayê kîloya genim bi 31 centan diyar kiribû.

Ji bo wergirtina genim, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk depoyên li herêmê amade kiribûn û gelek qad diyar kirin.

Li gorî desteyê, kapasîteya depoyên wergirtina genim 500 hezar ton e û qadên ku ava kirine jî têra derdora milyonek tonî dikin.

Back to top button