Li pêşiya Rêxistina Efûyê ya Londonê tecrîd hat şermezarkirin

Li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi domdarî tê li darxistin.
Li Îngilîstanê û Swîsreyê gelên Kurd û dostên wan daketin qadan û bang li Rêxistina Efûyê û rêxistinên mirovî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û nebin hevkarê sûcên dewleta Tirk.

Gelek Kurd û dostên xwe li Ewropayê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne.

Yek ji devera çalakiyê îro Îngilîstan bû.

Çalakî bi dirûşmeya “Duh Mandela, îro Ocalan” li ber avahiya Rêxistina Efûyê ya Londonê hate li darxistin.

Çalakgeran bêdengiya li hemberî tecrîdê şermezarkirin.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Jiyan Berfîn Dersim axivî.

Berfîn Dersim tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bi bîrxist û got:

“Em li ser rowşa tenduristiya Rêber Apo bifikarin.”

Berfîn Dersim bêdengiya CPT bi tundî rexne kir û diyarkir ku bi vê bêdengiyê dibe şirîkê dewleta Tirk lewma divê Rêxistintina Efûyê bikeve tevgerê.

Çalakiya Cenevreyê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê bidomînin

Yek ji devera ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo çalakî têlidarxistin Swîsre ye.

Ev çalakiya rûniştinê ji 25’ê Çileya 2021’an ve li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê hatiye destpêkirin.

Vê hefteyê endamên Konseya Kurd a Demokratîk û Yekîtiya Jinên Kurd yên Swîsreyê çalakî dewr girtin.

Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer têkildarî çalakiyê axivî û got:

“Em ê bi fikir û ramanên Rêbertiya xwe rêya xwe bidomînin.

Heta ku Rêber Apo azad nebe wê çalakiyên me bidome.”

Back to top button