Ji bo lidarxistina Hilbijartina Parlamentoyê, Iraq li benda bersiva Barzanî ye

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê pêşniyarkir ku di 5’ê Îlona 2024’an de hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê were lidarxistin.
Komisyonê diyar kir ku ew li benda bersiva serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ne.
Lê heta niha jî Barzanî bersiva komisyonê nedaye.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê derbarê diyarkirina rojek nû ji bo lidarxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, komisyonê ji bo diyarkirina rojek nû bo hilbijartinê nivîsek fermî ji serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye.

Li gorî nivîsê, komisyonê roja 5’ê Îlona 2024’an ji bo hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêşniyar kiriye.

Komisyonê ragihand ku wan ev pêşniyara xwe bi vê nivîsa fermî ji serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandine û ew niha li benda bersiva ne.

 Nêçîrvan Barzanî bêdenge!

Lê heta niha jî Nêçîrvan Barzanî bersiva pêşniyara komisyona hilbijartinê nedaye û ti rojek nû jî ji bo hilbijartinê diyar nekiriye.

Hêjayî gotinê ye biryar bû ku di 10’ê Hezîrana 2024’an de hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêk bihata.

Lê ji ber nakokiya di navbera aliyên siyasî de, lidarxistina hilbijartinê hatin rawestandin.

Tirsa PDK’ê ya binketinê hilbijartinê taloq dike

Bi taybetî jî PDK’ê alîgirê vê yekê bû ku hilbijartin were taloqkirin.

Li gorî çavdêrên siyasî PDK’e ji ber metirsiya xwe ya windakirina kursiyên parlementoyê naxwaze beşdarî hilbijartinê bibe.

Lewma PDK’e bêtirî 2 salane ku ji bo cara 5’an hilbijartinê taloq dike.

Li aliyê din YNK’e, partî û rêxistinên din yên li Başûrê Kurdistanê jî di wê daxwazê de ne ku demek berî demekî hilbijartin were lidarxistin.

Back to top button