Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de, li dijî Selahadîn Demîrtaş doz hate vekirin.
Koma Parastina Demîrtaş, da zanîn ku derheqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê ê berê Selahattîn Demîrtaş de dozeke nû hatiye vekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku doz, ji ber peyama Demîrtaş a li ser hesaba xwe yê Twîtterê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî parve kirî, hatiye vekirin.
Doz li ser daxwaza Wezareta Parastinê ya Tirk bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “biçûkxistina sazî û dezgehên dewletê” hatiye vekirin..
Hêjayî gotinêye Seroka Navenda Konseyî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Prof. Şebnem Korûr Fîncanci jî ji ber heman sedemê niha girtiye..