![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2023/04/Adjustment-Layer.00_00_16_15.Still046.jpg)
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Gel re rojevên sereke nirxand.
Mûrat Karayilan diyar kir ku di doza Kobanê de yê ku sûç kir rejîma faşîst bi xwe ye û got: “Rêveberiya AKP-MHP-Ergenekon di siyaseta xwe ya tasfiye û qirkirinê de li bin guhê berxwedanê ket.
Di Doza Kûmpasê ya Kobanê de dîsan helwesta gelê me yê kurdistanî ji bo faşîzmê têrker bû.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Gel.
Beşa destpêkê ya hevpeyvîna bi Karayilan re bi vî rengî ye:
“Di roja me de pirsgirêka herî esas û girîng a Tirkiye û Kurdistanê, sîstema Îmraliyê ye.
Tecrîd û sîstema qirkirinê ya li ser Kurdistanê ye. Sîstema Îmraliyê, sîstema şer e.
Lewma sîstema qirkirin, êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê, sedemê xizaniya gelên Tirkiye û Kurdistanê ye.”
Karaylan: Tecrîd di çarçoveya siyaseta qirkirinê de ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku divê li dijî sîstema qirkirnê têkoşîn bê meşandin û wiha domand:
“Divê em têkoşîna xwe li dijî sîstema Îmraliyê hîn geştir û xurttir bikin. Îro sekna ku Rêber Apo li Îmraliyê raber dike û têkoşîna wî, têkoşîna gelê me û ya gerîla gihiştiye astekê. Îro li Kurdistanê siyaseta qirkirinê tê meşandin. Ji ber wê divê têkoşîneke xurt bê meşandin.”
Karaylan: Diviyabû ji bo ‘Doza Kobanê’ Erdogan bihata cezakirin
Murat Karayilan derbarê doza Kobanê de jî nirxandin kir.
Bi rastî eger hiqûqeke bêalî hebûya, diviyabû ne Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û rêveberên din ên HDP’yî berovajî Erdogan ji ber bûyerên 6, 7, 8’ê Cotmehê bihata cezakirin. Ji ber Erdogan bi xwe çû Dîlokê û got, “Kobanê ket, wê bikeve.” Van gotinan di nava civakê de acizî çêkir û civak daket kolanan. Lê belê vê carê Erdogan ferman da polîsan û got ‘gule berdin wan û bikujin.’ Yanî hem yê sûcdar û hem jî yê tawanbarkir Erdogan e.”
Karaylan: Di ‘Doza Kobanê’ de yê ku sûc kirî rêjîm bi xwe ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku cezayên doza Kobanê qet ne adîlîn û wiha dawî kir:
“Her kes dizane ku cezayên dawî yên dane ti bingeheke xwe ya hiqûqî nîne û ev ceza jî qet ne adil in.
Di rastiyê de bi vî rengî rejîmê xwe da der.
Berxwedana gelê me û xurtbûna têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, planên rejîma faşîst têk bir. Yên ku ev sûc kirine, ne endamên HDP’ê û gelê Kurd in; Ev rejîma faşîst bi xwe ye.”