Malbatên Şehîdan: Em ê tim li ser xeta gerîlayên xwe bin

Bertekên li dijî êrîşên li ser gerîlayên azadiya kurdistanê zêde ne.
Malbatên Şehîdan ên Kantona Cizîrê êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û gotin:”Em ê heta dawiyê li ser şopa zarokê xwe bin.”

Dewleta Tirk a dagirker sed sal in li ser gelên Kurdsitanê qirkirinê dimeşîne û ji bo gelê Kurd tine bike her tiştî dike.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi salan e derbên giran li dewleta Tirk a dagirker dixin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê der barê êrîşên dewleta Trik û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de axivîn.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rebîe Hisên a ku dayika şehîd Memo ye, anî ziman ku dewleta Tirk tu carî nikare Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tune bike.

Malbatên Şehîdan: Gerîlayên azadiyê parastina dozeke rast dikin

Hevjîna şehîd Dear El Cerboû û dayika şehîd Feysel El-Cerboû, Fatma Hesen El-Casim a ji pêkhateya Ereb jî anî ziman ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê parastina dozeke rast dikin û got:

“Armanc ji êrîşên li dijî Gerîla ji bo şikandina vîna gel e.

Em ê her tim li ser xeta Gerîlayên xwe bin.”

Malbatên Şehîdan: Wê serkeftin para gerîla be û binkeftin jî para dewleta Tirk be

Bavê şehîd Nesrîn, Hisên Ebdullrehman jî diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû çekên xwe ên giran û ên qedexekirî êrîşî ser gerîlayan dike.

Malbatên Şehîdan: Ev êrişên dewleta Tirk wê tu carî negihêjin armanca xwe

Bavê şehîd Cûdî, Ubêd Etê jî destnîşan kir ku divê were zanîn ku wê tu carî ev êrîşên dewleta Tirk negihêje encamekê.

Back to top button