Li Îsrayîlê dawî ji desthilatdariya 12 salan a Netenyahû hat-HAT NÛKIRIN

Li Îsraîlê koalîsyona şikestî dawî deshilata 12 salî ya Serokwezîr Netanyahu anî.
Bi koalîsyona nû re, serokê Partiya Yamina Bennett bû serokwezîrê welat.
Li paytexta Îsraîl Tel Evîv bi hezaran kesî çûyîna Netanyahu pîroz kirin.
DYA, Almanya, Îngilistan û Rûsya di nav de ji gelek welatên cîhanê peyamên piştevaniya bi hikumetê re hate dayîn.

Li Îsraîlê serdemek ya deshilata 12 salan bi dawî bû.

Piştî hilbijartina 23 Adarê ti partiyekê nekarî jimara kursiyên pêwist bidest bixe, hevîdinên ji bo avkirina hikumeta nû despêkirin.

Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu tevî hemû hewildanên xwe nekarî partiyekî mixalîfê ji bo avakirina hikumetê bigre kêleka xwe.

Ji ber binketina hewildanên Netanyahu mixalîfê xwe nêzî hev kir û biryara hilweşîna deshilata 12 salî ya li welat dan.

Piştî qeyrana siyasî, serokê Partiya Yamina Naftali Bennett û serokê Partiya Yesh Atid Yair Lapid serokê welat Reuven Rivlin agahdar kirin ku ew di damezrandina hikumeta hevpeymanî de biserketin.

Dengdana baweriya hikumeta koalîsyonê ya bi pêşengiya Bennet û Lapid, tevî, rastgir, çep, navendparêz û Ereb ku ji 8 partiyan pêk tê doh li Parlamentoya Îsraîl (Knesset) ku ji 120 kursiyan pêk tê dest pê kir.

Di dengdanê de, 60 parlamenteran dengê erê û 59’an jî dengê na da.

Bi vê yekê re, hikûmeta koalîsyonê ya bi pêşengiya Bennet û Lapid dengê baweriyê stend û bû hukûmeta 36. a Îsraîlê.

Bennett piştî ku wezîfeya Serokwezîr heta 2023 stand, wê postê radestî Lapid bike.

Ev yek bû sedem hilweşîna serdema Benjamin Netanyahu ya 12 salî.

Netanyahu jî wê niha erkê xwe yê Serokatiya Partiya Likud bidomîn û weke mixalîf li dijî hikumetê kar bike.

Li Îsraîlê bi hezaran kesî çûyîna Netanyahu pîroz kirin

Şahiya têkçûna deshilata Netanyahu li kolanên Îsraîlê hebû.

Bi hezaran kes bi coş daketin qadan û çûyîna deshilata Netanyahû pîroz kirin.

Ji welatên cihanê peyamên piştevaniya bi hikumeta nû ya Îsralê re hatin dayîn

Di vê navberê de ji bo hikumeta nû jî peyamên pîrozbahiyê ji derveyî welat jî hatin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Îngilistan, Almanya, Awusturya û Rûsya di nav de gelek welatan peyamên piştevanî û pîrozbahiyê weşandin.

Back to top button