HPG: Li Heftanîn û Geverê 7 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA-starê her roj bi çalakiyên xwe yên bi bandor derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin.

Gerîlayên ku li Heftenînê li dijî êrîşên dagirkirinê berxwedaneke mezin nîşan didin di heman demê de li Gevera Colemêrgê jî derbên giran li artêşa dagirker dan.

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên gerîlayan de li Heftenîn û Geverê 7 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan yên li Heftenînê û Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

“5’ê Tîrmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li qada Girê Koordîneyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Di heman rojê de hêzên KBDH’ê jî di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de 2 çalakiyên sûîkastê li dar xistin û 2 leşker hatin kuştin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 5’ê Tîrmehê di navbera gundê Bagengê û Serê Şikeftê yê Gevera Colemêrgê li dijî wesayîta zirxî ya artêşa Tirk û leşkerên li kêleka wê dimeşin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin û 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir ku 8’ê Hezîranê di şerê li qada Deşta Silopiya ya Cûdî de gerîlayê bi navê Roj birîndar bûye û dîl ketiye destê artêşa Tirk ya dagirker.

Back to top button