“Doza Kobanê dijbertiya dewleta Tirk a li hember têkoşîna azadiyê nîşan dide”

Xelkê bajarê Şedadê yê Kantona Cizîrê cezayê girtinê yê ku desthilata Tirk li siyasetmendarên Kurd ên bi ‘Doza Kobanê’ biriye şermezar kirin.

Ayat Îbrahîm Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û endamê PYD’ê Elî El Salih diyar kir ku “Girtiya siyasetmendaran siyaseta ya li dijî têkoşîna azadiyê nîşan dide.”

Ayat Îbrahîm berxwedana siyasetmedaran ên ku piştgiriya Kobanê kirine diyar kir ku ev ceza, siyaseta dijminane ya dewleta Tirk a li dijî têkoşîna azadiyê, nîşan dide û wiha got:

“Ev ceza, hovîtiya dewleta Tirk û siyaseta wê ya bêdengkirinê nîşan dide.”

Hiqûqnas Elî El Salih jî bi bîr xist ku dewleta Tirk ji destpêka êrişên li dijî Kobanê ve, siyasetmedarên ku piştgirî didan berxwedana Kobanê kirine, bi hicetên nerast û derewîn girtin û wiha wuha got:

“Dewleta Tirk bi vê siyasetê dixwaze rê li pêşiya têkoşîna gelan û hevgirtina wan bigire.”

Back to top button