Endametiya NATO û terorîzekirina Kurdan

Di nava 40 salên têkoşînê de bi qasî serê derziyekê zerar nedane wan.
Ji sala 2014’an ve di berdêla parastina wan de bi hezaran şehîd dane.
Û li şûna ku minetdariya xwe nîşanî wan bidin, li ser daxwaza Tirkiyê hewl didan wan terorîze bikin.
Siyaseta ku hukûmeta nû ya Swêdê beramberî Kurdan pêş dixe ev e.
Tenê ji bo daxwazên Erdogan bicih bîne, hukûmet hem amadekariya guhertina destûra xwe a bingehîn dike,
Û hem jî peyam dide ku ew ê zextên xwe li ser Kurdan zêde bike.

Bi destpêkirina şerê li Ukraynayê re welatên mîna Swêd û Fînladya di bin navê xweparastinê de serlêdana endametiya NATO’yê kirin.

Dewleta Tirk a ev yek weke fersenda zêdekirina êrişa li dijî Kurdan dît, dest bi pêvajoya bazareke qirêj kir.

Di berdêla berjewendiyan de ji ber ku mijar Kurd in, dewleta Swêd jî yekser pîvanên xwe ên demokrasiyê danîn aliyekî.

Hukûmeta Swêdê ji bo vê siyaseta xwe rewa û mafdar nîşan bide jî bicihkirina navê PKK’ê di “lîsteya terorê” de weke hincet dide pêş.

Vê helwesta xwe jî dispêre biryara neheq a sala 1986’an.

Lewma wê demê Swêd ji kuştina serokwezîrê xwe Olf Palme, PKK’ê berpirsiyar nîşan dabû.

Lê piştî 20 salan eşkere bû ku kujer kesek Swêdî ye û ti pêwendiya xwe bi PKK’ê re nîne.

Û li şûna ku Swêd lêborîna xwe ji Kurdan bixwaze û siyaseta xwe bughere, di terorîzekirina Kurdan de bi israr e.

Swêd stûyê xwe li hemberî Tirkiyê tewand

Bi taybet jî piştî serlêdana ji bo endametiya NATO’yê.

Swêd di vê pêvajoyê de li şûna ku xwedî li pîvanên xwe ên demokrasiyê derkeve, yekser serê xwe li ber zextên Tirkiyê tewandin.

Pêşî gotin, ew ê rê nedin xebatên PKK’ê.

Paşê peyam dan ku ew ê helwesta xwe li hemberî YPG’ê û Rojavayê Kurdistanê bugherin.

Yanî xwestin bêjin, Tirkiyê çawa nêzî Kurdan dibe em ê jî hema siyasetê pêş bixin.

Ev helwest doh di serdana serokwezîrê welat Ulf Kristersson a ji bo Tirkiyê diyar bû.

Bi guhertina destûra bingehîn zextên li Kurdan zêde dibin

Ulf Kristersson bi awayekî şermok got, her çi daxwazên Tirkiyê hebin ew ê bicih bînin.

Û heta ji bo vê yekê jî plan dikin ku destûra xwe a bingehîn bugherin.

Bi vî awayî hem zextên xwe li ser PKK’ê bikin û hem jî bibin amûra terorîzekirina Kurdan.

Back to top button