Li Îranê merasîmên bîranînê bi girseyî pêk tên

Zanîngeh bûne qada gihandina dengê welatiyan.
Rejîma Tehranê ji êrişeke ji derve zêdetir ji druşmeya “jin, jiyan, azadî” ditirse.
Ev dirûşme nêzî 2 mehane deshilata rejîmê xistiye nava metirsiyê.
Bi zext, binçavkirin, êşkence û kuştinê heta niha vê rejîmê ne kariye dawî li xwepêşandanan bêne.
Doh careke din ji Merîwan heta Zahîdanê agirê serhildanê geş bû.

6 roj man ku xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 2 mehên xwe tejî bike.

Doh di roja 54’an de li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandêr û gelek kes çûn li ser gora Nesrîn Qadirî ya li Tehranê hatî kuştin.

Li ser gora wê bê navber dirûşmeyên, li dijî rejîmê hatin gotin.

Di merasîmê de biyarê Nesrîn Qadirî, Ako Qadirî diyar kir ku heta niha Tiba Edlî sedema mirina xuşka wî eşkere nekiriye.

Herwiha tê gotin, bavê Nesrîn Qadirî ji ber zextên rejîma Îranê neçar maye ku sedema mirina keça xwe bi nexweşiyê nîşan bike.

Li gorî çavkaniyên nûçeyên ji Rojhilatê Kurdistanê, piştî merasîmê çend saetan, Ako Qadirî ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin.

Li bajarê Sine ciwanan weke şevên borî, li hinek taxên bajêr daketin qadan û di dirûşmeyan nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li Kamîranê jî hejmarek xwendekarên jin li qadan bûn.

Xwendekar û mamostayên zanîngehên Sine jî grev û boykota xwe berdewam dikin.

Bi heman awayî li hinek zanîngehên Îranê çalakiyên nerazîbûnê dewam dikin.

Li Zanîngeha Pîşesazî ya Şerîf a Tehranê xwendekaran çalakiyek mezin lidarxistin û têde daxwaza xwendekarên hatine binçavkirin û girtin kirin.

Pêşkêşvanê navûdeng ê werzîşê yê Îranê Adil Fîrdews ku di heman demê de mamostayê zanîngehê ye, li hemberî zextên xwendekar û zanîngehan nerazîbûna xwe nîşan da.

Li bajaran bi çalakiyên cuda nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Wêneyên kesên hatin qetilkirin li piran ve hilawstin û sembolê rejîmê şewitandin.

Li bajarê Zahîdan ê parêzgeha Sîstan Bûliçistanê, duh dikan û bazar girtîbûn.

Biryare ku îro jî merasîma çilrojiya kesên di xwepêşandan de hatine kuştin were kirin.

Di xwepêşandanan de 41 jê zarok herî kêm 304 kes mirin e

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha herî kêm 304 kes hatine kuştin.

Ji van 41 zarok in.

Her wiha heta niha rejîmê bi dehezaran kes binçav kirine û hezaran jî girtin e.

Di nav wan de rojnamevan, parêzer, çalakvan, kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan hene.

Back to top button